• Saturday, 29 June 2024
logo

Zêdetir ji 800 kesên din li Kurdistanê bi Koronayê ketin

Zêdetir ji 800 kesên din li Kurdistanê bi Koronayê ketin
10 welatî canê xwe ji dest dane.


Zêdetir ji 1100 berketî jî baş bûne.

Wezareta tendirostî ya Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezaretê di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê 7 hezar û 585 cerbandinên taybet bi Koronayê hatine kirin û di encam de derketiye ku 829 welatiyên din bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde ya berketiyan li Dihukê hatiye tomarkirin ku 328 kese.

Wezaretê diyar kiriye ku di nava heman demê de 1142 berketiyên berê baş bûne û 10 berketî jî canê xwe ji dest dane.
Top