• Saturday, 29 June 2024
logo

Prosesa nav tomar kirinê destpê kir

Prosesa nav tomar kirinê destpê kir
lazime civata diyar kirina berejwendiyên rejîmê berbijêran qebûl bike.


Li Îranê hilbijartinên Serokatiya Komar tên kirin.

Îro li Îranê bi fermî prosesa nav tomar kirinê ya Berbijêrên Serokatiya Komarê li vê welatî destpê kir.

Li gor çapemeniya Îraqê îro bi fermî deriyên navendên tomar kirinê hatine vekirin û kesên dilxwaz ku dixwazin xwe berbijêr bikin dikarin ser lêdan bikin û navên xwe weke berbijêr tomar bikin.

Temenê kesên ku dixwazin xwe berbijêr bikin lazime di navbera 40 heta 75 salan de be, piştî ku civata diyarkirina berejwendiyên rejîmê navên berbijêran pejrand, berbijêr dikarin di nava 20 rojan de bo xwe propagende bikin.

Hilbijartinên vê carê di rewşekê de têne lidarxistin ku di navbera hikûmeta Hesen Ruhanî û civata diyar kirina berejwendiyên rejîmê de nakokiyên gelek mezin hene

Li Îranê zêdetir ji 59 miliyon kes xwedan mafê dengdanê ne.
Top