• Saturday, 29 June 2024
logo

Li Tataristanê êrişî dibistanê kirin: Kuştî û birîndar hene

Li Tataristanê êrişî dibistanê kirin: Kuştî û birîndar hene
Li paytexta Komara Tataristanê Kazanê li dibistanê di encama êrişeki çekdarî de 11 kes hatin kuştin û h30 kes birîndar bûn.

Peyamnêrê Rûdawê li Moskowê Kamîz Şeddadî ragihan ku li Komara Tataristanê Kazanê du kesn êrişî dibistanekê kirin.

Kamîz Şeddadî diyar kir ku di encama êrişa li dibistanê de ku bi çekan bûye, 9 kes hatin kuştin û 30 kes birîndar bûn.

Êrişkar bi çekên otomotik teqe kirine, her weha dengê teqineke mezin ji hatiye bihustin.

Li gorî zanyariyên pêşîn, yek mamoste û 10 xwendekaran canê xwe ji dest dane û 3 0birîndar jî bo nexweşxaenyê hatine veguhestin.

Tataristan komareke otonom e di nava rederadyona Rusyayê de.

Rudaw
Top