Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 282 kes bi coronayê mirin
![Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 282 kes bi coronayê mirin](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/578173Image1.jpg )
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên nû yên Coronayê yên 24 demjimêrên borî aşkere kir.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê di nava 24 demjimêrên derbasbûyî de 213 hezar û 863 pişkinînên taybet bi Coronayê hatine kirin ku encamên 13 hezar û 604 ji wan pozîtîv bûye.
Li gor amarên nû, ji duh heta îro 282 kes ji pêketiyên Coronayê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest dane. Herwiha 26 hezar û 953 nexweşên Coronayê jî di nava 24 demjimêrên borî de baş bûne.
Bi van amaran re, hejmara kesên ku heta niha li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi vîrusa COVID-19 ketine, gihîştiye 5 milyon û 44 hezar û 936 kesan û 43 hezar û 936 kesan jî canê xwe ji dest dane, herwiha heta niha 4 milyon û 743 hezar û 871 kes jî ji vîrusê baş bûne.
Li gor Wezareta Tendirustiya Tirkiyê, heta niha bi giştî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 49 milyon û 604 hezar û 4 pişkinînên Coronayê hatine pêkanîn.
Rudaw