• Saturday, 29 June 2024
logo

Xelkê Şingalê: Çekdarên PKKê çanda me xirab dikin!

Xelkê Şingalê: Çekdarên PKKê çanda me xirab dikin!
Xelkê Şingalê nîgeran in û dibêjin, PKK dixwaze çanda me xirab bike û me ji Herêma Kurdistanê dûr bixe.

Çekdarên PKKê li devera Şingalê xwe bi ser xelkê wê deverê de sepandine û zêdebarî nerazîbûn û nîgeraniya xelkê, ji wir dernakevin.

Aktîvîstekî êzîdî bi navê Loqman Kilî ji BasNewsê re behsa karekî metirsîdar yê PKKê kir û got, PKK dixwaze çanda me xirab bike. Ew dixwazin zimanê me jî xirab bikin û dibêjin qaşo em dixwazin zimanê êzîdiyan sererast bikin!

Loqman Kilî her wiha got, armanca PKKê ew e ku Şingal nemîne û kîn û kederê bixe nav dilê xelkê û xelkê Şingalê ji Herêma Kurdistanê dûr bixe.

Wî aktîvîstê êzîdî anî ziman jî, PKKê Şingal perçe kiriye û çiyayê Şingalê jî têk daye û 35 km ji çiyayê Şingalê, ku heta beşekî mezin ji sînorê navbera Iraq û Sûriyê ye, xistiye destê xwe.

Loqman Kilî nîgeraniya xwe li hember helwesta berpirsên Iraqî li hember wê rewşê jî nîşan da û got, mixabin dema hinek berpirsên Iraqî tên Şingalê dibêjin, her tişt baş û aram e! ji ber ku PKK û Heşda Şeibî bi hev re rêkeftin kirine! Eger PKK li Şingalê nîne çima koçber venagerin ser malên xwe!

Basnews
Top