• Saturday, 29 June 2024
logo

Hevpeymanan karwaneke din ya hevkarî pêşkêşî pêşmerge kir

Hevpeymanan karwaneke din ya hevkarî pêşkêşî pêşmerge kir
Hevpeymaniya cîhanî berdewam dibe li ser hevkarî kirina hêzên pêşmerge.


Ji tirimbîl û amûrên leşkerî pêk hatiye.

Di çarçoveya hevkariyên xwe yên bo hêzên pêşmerge de, îro hevpeymaniya cîhanî ya dijî DIŞIê karwaneke din ya hevkariyên xwe radestî hêzên pêşmerge kir.

Ev karwana han pêk hatibû ji hijmareke tirimbîlên leşkerî û amûrên curbicur yên leşkerî û locistîkî.

Herwiha vê carê hevpeymaniya cîhanî hinek pere weke mûçe bo lîwayên piyade yên wezareta pêşmerge û hinek jî çek û cebelxane radestî wezareta pêşmerge ya hikûmeta Kurdistanê kir.
Top