• Saturday, 29 June 2024
logo

Li Kurdistanê 9 bendavên mezin tên çêkirin

Li Kurdistanê 9 bendavên mezin tên çêkirin
wezaret daxwaz ji kompaniyan dike serî li wezaretê bidin.

Li gor sîstema PPP têne çêkirin.

Wezîra çandiniyê û çavkaniyên avê Bêgerd Talebanî ragihand ku hikûmeta Kurdistanê biryar li ser çê kirina 9 bendavên mezin daye.

Li gor daxuyaniya wezareta çandiniyê, duhê wezîra çandiniyê û çavkaniyên avê Bêgerd Talebanî li gel wezîrê pilandanîn civiyaye û di civînê de giftûgo li ser çê kirina 9 bendavan hatiye kirin.

Di civînê de nîqaş li ser çê kirina 9 bendavên mezin bi mebesta kom kirina avê li Kurdistanê û cîhbicîh kirina sîstemên mezin û pêşkeftî yê avdanê li gor sîstema PPP hatiye kirine.

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye gotin ku wezaret ji niha ve dest bi amadekariyên çê kirina wan bendavan dike û kompaniyên ku dixwazin li ser wan mijaran kar bikin dikarin serî li wezaretê bidin.
Top