• Saturday, 29 June 2024
logo

Li Amerîkayê di şahiyeke jidayîkbûnê de 7 kes hatin kuştin

Li Amerîkayê di şahiyeke jidayîkbûnê de 7 kes hatin kuştin
Li wilayeta Colorado ya Amerîkayê di şahiyeke jidayîkbûnê de kesekî teqe li xelkê kir û 6 kes kuştin, piştre dawî li jiyana xwe jî anî.

Polîsê Colorado ragihand ku heta gehiştine cihê bûyerê dîtine ku 6 kesan canê xwe ji dest dane û kesê heftem jî bi birîndarî gihandine nexweşxaneyê, lê ji ber birînên wî giran bûne wî jî canê xwe ji dest daye.

Kesê teqe kiriye ligel yek ji qurbaniyan peywendiyên wan ên evîndariyê hebûne, lê ne xuya ye ji ber çi teqe kiriye, polîs bi lêkolînê ve mijûl in.

Di şahiya jidayîkbûnê de zarok hebûn, lê wiha xuya ye tiştek bi zarokan nehatiye.

Ev bûyera vê sibê bûyera herî dijwar e li wilayeta Colorado piştî wêya di 22ê Adara îsal de li nav super marketekê teqe hat kirin û 10 kesan canê xwe ji dest dan.

Rudaw
Top