• Saturday, 29 June 2024
logo

32 torîstên Kurd li Misirê hatine desteser kirin

32 torîstên Kurd li Misirê hatine desteser kirin
bi hinceta ku xwestine sînor derbas bikin hatine girtin.
Ev 6 roje hatine desteserkirin.

Dezgeha Lûtke ya taybet bi karûbarên Penaber û Koçberan ragihand ku 32 welatiyên Kurd yên ku roja 16ê Nîsanê bi mebesta torîstîkî serdana Misirê kiribûn, ji aliyê hêzên sînorparêz yên Misirê ve hatine desteserkirin.

Li gor Lûtkeyê, ev 32 welatiyên han di 16 Nîsanê de serdana Misir kirine, ajovanekî Misirî jî ev welatiyên han ber bi navçeyeke qedexe kirî li devera Eskenderiyeve biriye û ev li wan deran hêştine.

Hêzên sînorparêz yên Misirê jî ew 32 welatiyên han bi hinceta ku xwestine bi awayeke derqanûnî ji sînorê Eskenderiyeve ber bi welatên Ewrûpî ve biçin, binçav kirine û 6 roje ev torîstên Kurd li Misirê hatine girtin.
Top