• Saturday, 29 June 2024
logo

Partiyên Kurdistanî: Dewlet elektirîka Kurdistanê dide bajerên Tirkiyê

Partiyên Kurdistanî: Dewlet elektirîka Kurdistanê dide bajerên Tirkiyê
PDK-BAKUR, PÊLKURD, PSK, TEVGER û PAKê bi daxuyaniyeke hevbeş bal kişandin ser rewşa Bakurê Kurdistanê û ragihandin: “Bakurê Kurdistan di bin zilm, bêedaletî û metirsiya ziwabûn û pandemiyê de ye.Werin; em li hember van xeterîyan helwêsteke yekgirtî bigirin!” Ev partî û tevger herwiha diyar dikin ku dewleta Tirkiyê, ji bendavên Bakurê Kurdistanê elektirîkê bi dest dixe û wê elektirîkê dişîne bajarênTirkiyeyê, lê bi awayekî bêedalatî û bi bihayekî zêde elektrîkê difroşe cotkarên Kurdistanê.

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Demokrat a Kurdistanê li Bakur (PDK-Bakur), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), PÊLKURD û TEVGERê derbarê rewşa hişkesalî, çandinî û pandemî ya Bakurê Kurdistanê de daxuyaniyeke hevbeş belav kirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku îsal li Bakurê Kurdistanê, di zivistan û biharê de berf kêm bû û li gorî par, îsal baran %40 kêmtir barî.

Partî û tevgerên navborî dibêjin: “Li gorî agahdarîyên ku cotkar û Rêveberên Ode û Dezgehên Cotkaran didin, bi taybet li Mêrdîn, Riha û li Amedê, ji ber kêmbarîna baranê, ji ber ziwayiyê ji %80 yê çandinîyê di bin axê de pûç dibe. Herweha ji ber ziwayiyê û ji ber kêmbûna projeyên avdana zevîyan, cotkar mecbûr mane ku zêdetir bîrên avê lêbidin û bi ava bîran erd û zevîyên xwe av bidin. Vê yekê jî wisa kiriyê ku çend sal berê ji bîrên 60-80 metreyî av derdiket; lê niha ancax ji bîrên 600-800 metreyî av derdikeve. Ev jî dibe sedemeke mezin a têkçûna xwezaya Kurdistanê.”

Di beşekedin a daxuyaniyê de ew partî û tevger amaje bi bêedaletiya cotkarên Kurdistanê dibe dikin û dibêjin: “Li gel vê afeta siruştî, li gorî bajarên wek Konya, Edirne, Îzmîrê, şîrketa elektrîkê TEDAŞ bi bihayekî 4 qatî zêdetir fatûrayên elektrîkê li cotkarên li Mêrdînê, Rihayê û Amedê dibire; ev jî dibe sebeb ku cotkar nekaribin pereyên van fatûrayan bidin û ji binî ve îflas bikin.

Her pênc partî û tevger diyar dikin: “Li Bakurê Kurdistanê, ev afetên sirûştî, di eslê xwe de afetên aborî, civakî, koçberî û guhartina demografîyayê bi xwe re tîne. Dewletê, bi hişekî kolonyalist ji bo koçberkirina Kurdistanîyan bi xerakirina sedan gundan li Kurdistanê bendav avakirin û dest danî ser avên Kurdistanê. Dewleta Tirkiyeyê, ji piranîya van bendavan elektirîkê bi dest dixe û wê elektirîkê dişîne bajarênTirkiyeyê. Lê bi awayekî bêedalatî û bi bihayekî fahîş wê elektrîkê difroşe cotkarên Kurdistanê. Ew bendavên ku dê ji bo avdanîya erazîyan ava bikiraya pîştguh dike, da ku kurdistanî jê îstifade nekin û mecbûr bimînin ji Kurdistanê koç bikin. Tirkiye ji damezrandina xwe ve heta roja îro, ev e 98 sal e ku, bi sîstemeke hov û dagirî, bi proje, bername û kiryarên stratejîk ve yên pir alî; leşkerî, aborî, sîyasî, civakî ve jenosîdeke neteweyî li ser kurdan pêk tîne.”

Derbarê bandora Covid-19ê de jî ew radgihînin: “Di vê dema pandemiya Covid-19ê de ku li cîhanê ji bo hemû mirovahiyê bûye karesat û trajedîyeke mezin, lê li Kurdistanê, ji ber siyaseta kolonyal, xelkê me hîn zêdetir di bin barê vê karesatê de dipelçiqe, perîşan û mexdûr dibe. Mixabin li gel vê karesata Covid-19ê jî, ziwayî, erdhej û afetên din ên sirûştî, bihayê giran yê elektrikê, zerîbeyên (bac) zêde û bêhiqûqî, neqedandina projeyên avdana zeviyan, mexdûriyeta gelê me li Bakurê Kurdistanê zêdetir dike û ev jî dibe sedemê xizanî û koçkirinê û nifûsa li Bakurê Kurdistanê kêmtir dibe û civak ji hev de difelişe.

Bi sedhezaran Kurdistanî ji ber sebebên aborî, mecbûr mane ku terka cî û warên xwe bikin û li Tirkiyê bi cî bibin. Ev rastî, hem dibe sebebê guhartina demografiya Kurdistanê, hem jî asîmîlasyonê hêsantir û bileztir dike û xeterîya li ser çand, ziman û kesayeta neteweyî ya milletê Kurd xurtir dike. Dewleta Tirkiyê, berî her tiştî, heta bi têkoşîna Kurd û Kurdistaniyan mecbûr nemîne, dev ji vê siyaseta xwe ya dagirkerane, jenosîdal û asîmîleker bernade.”

PDK-BAKUR, PÊLKURD, PSK, TEVGER û PAKê banga saz û rêxistinên Kurdan dikin û dibêjin: “Ji ber vê rastiyê jî, divê partî, rêxistin û sazîyên kurd û kurdistanî demildest ji bo çareserkirina pirsgirêkên miletê xwe, bi zanayî, bi rêxistinî û çalaktir tevbigerin. Em bangî gelê xwe û hemû partiyên sîyasî, dezgehên sivîl, kesayet û rîsipiyên civata xwe dikin ji bo ku ev birînên me kûrtir nebin û ji bo zerarên gelê me bêne qerebû kirin, bi hestyarîyeke neteweyî, mirovî û civakî em bi helwêsteke yekgirtî tevbigerin, alîkar û piştgirên gelê xwe yê mexdûr bin.”

Rudaw
Top