• Saturday, 29 June 2024
logo

HSDê dest bi operasyoneke nû kir

HSDê dest bi operasyoneke nû kir
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi piştevaniya Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê li geliyê Ecîc ê Dêrazorê li dijî DAIŞê operasyoneke nû da destpêkirin.

Navenda Çapemeniyê ya HSDê ragihand ku bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî HSDê dest bi operasyoneke leşkerî û ewlehî ya berfireh li geliyê Ecîc ê Dêrazorê li dijî şaneyên DAIŞê kiriye.

Li gor daxuyaniyê armanca wan ew e ku rêyên qaçaxçîtiyê bigirin û cihên veşartina çekan bibînin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Hêzên me û hêzên Hevpeyamniya Navdewletî li herêma geliyê Ecîc ê bakurê Dêrazorê dest bi operasyoneke leşkerî ya ewlehî ya berfireh kir. Ew operasyon li dijî şaneyên veşartî û çalak ên rêxistina DAIŞê ya terorîst, eşkerekirina xal û çekên wan ku çete û serçeteyên wan li herêmên bi ser sînorê Iraqê ve bi kar tînin, hate destpêkirin.”

HSDê diyar kir ku ew operasyon dê 4 rojan berdewam be û ragihand: “Ev operasyon di çarçoveya kedên berdewam ên hevbeş ên hêzên me û hêzên Hevpeymaniya Navnetewî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk hat, armanc jê jî têkbirina çeteyên DAIŞê û tevahî rêxistinên terorîst ên dîtir in.”

Hevpeymaniya Navdewletî piştevaniya asmanî bi rêya avêtina mûşekan li ser veşargehên DAIŞê li biyabanên Ecîc, bo HSDê dike. HSD jî bi berdewamî dewriyan encam dide da ku xelkê piştrast bike ku ewlekarî û selametiya wan parastî ye.

Rudaw
Top