• Saturday, 29 June 2024
logo

Ji ber êrişên Tirkiyê, xelk nikarin rez û baxên xwe av bidin

Ji ber êrişên Tirkiyê, xelk nikarin rez û baxên xwe av bidin
Xelkên navçeyên sînorî bi sedema operasyonên Tirkiyê nikarin, rez û baxçeyên xwe av bidin. Heta niha ji ber bombebaranên Tirkiyê, zêdetir 1600 donim erd li wê navçeyê şewitî ne û zêdetir ji 500 kiwarkên mêşên hingiv ji nav çûne.

Operasyona Artêşa Tirkiyê li ser navçeyên Zap, Metînan, Avaşîn û Heftenînê, li sînorê parêzgeha Duhokê, ji 15 rojan ve berdewam e.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di hevpeyvînekê de ji Rûdawê re ragihand, ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê kar dikin ji bo diyarkirina qebareya ziyanên şerê navbera PKKê û Artêşa Tirkiyê, red jî dike ku pêşwext agahdarî destpêkirina operasyonê bûne.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî got: “Tirkiye welatekî cîranê me ye û pêwendiya wê ya gelekî baş ligel me heye. Çend caran me bêzarbûna xwe li beramber çend helwesteke Tirkiyê, ku taybet in bi belavkirina kêşeyên wê ligel Partiya Karkerên Kuristanê derbirriye. Tirkiye jî di wê yekê digihêje ku ji bo çi me bêzarbûna xwe ragihandiye, lê helwestên Partiya Karkerên Kurdistanê ji Iraqê nayên pejirandin û nabe ji xaka Iraqê gefan li welatekî cîran bike, herwiha gefê li niteciyên Herêmê jî bike.”

Bi sedema operasyonê, xelkên navçeyê nikarin, rez û bostanên xwe av bidin, lewma jî rûberekî mezin ji çandiniyê û baxan metirsiya hişkbûnê li ser wan heye.

Rêveberê Nahiyeya Kanî Masê Serbest Sebrî ji Rûdawê re ragihand, bi sedema bombebaranê elektrîka gundê Hirurê qut bû, û gundên Kêste û Çelka Kiristiyana hatin valakirin, bêhtir ji 500 kewarên hingiv hatin jinavbirin û rûberê 1600 donim zeviyê navçeyê şewitî.

Muxtarê gundê Çelka Kiristiyana Yuxenna Xoşnaw jî got: “Malbatên me hemû çane, bes em çend kes ji ber pez mane û em nizanin çi bikin. Em nikarin ji vê derê dûr bikevin û pezê biçêrînin.

Operasyona Artêşa Tirkiyê 23yê Nîsana 2021ê bi behaneya rûbirûbûna PKKê destpê kir, Tirkiye li ser Çiyayê Zinarê Kêste hêz daxist, li bêhtir ji 100 gundan li wan sînoran şer û pevçûn hene.

Gundnişîn hêvîdar in zû operasyon bidawî bên û kêşe jî bi awayekî herdemî bê çareserkirin.

Rudaw
Top