• Saturday, 29 June 2024
logo

Li Dêrsimê ciwanek di bombebarana firokeyên Tirkiyê de hat kuştin

Li Dêrsimê ciwanek di bombebarana firokeyên Tirkiyê de hat kuştin
Li gor zanyariyan li herêma Pulur a Dêrsimê kesekî sivîl di encama bomberana firokeyên Tirkiyê de jiyana xwe ji dest da.

Li gundê Kirmîl ê ser bi Pulura Dêrsima Bakurê Kurdistanê ve hemwelatiyê bi navê Murat Yildiz di encama bomberana firokeyên Tirkiyê de jiyana xwe ji dest da.

Li gor zanyariyên berdest Murat Yildiz bi otomobîla xwe çûbû çoltera gundê Xaçkirek bi mebesta ku ji bo ajelên xwe cihekê çê bike, lê li wê deverê bûye armanca êrişeke firokeyên Tirkiyê.

Fermandariya Cendirme a Pulurê jî bang li malbata Murat Yildiz kir ku ji bo testa DNAyê biçin Saziya Dadweriya Pizîşkî ya Meletiyê.

Li aliyê din Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Dêrsimê Alîcan Onlu jî li ser hesaba xwe ya Twitterê ragihand ku wan serdana li gundê Kirmîl serdna malbata Murat Yildiz kir ku “hatiye qetilkirin.”

Alîcan Onlu got, “Di 84emîn sala Komkujiya Dêrsimê de neviyên Seyîd Riza hê jî tên qetilkirin. Me serdana malbata bi êş a Murat Yildiz kirk u hatiye qetilkirin. Ez kesên Murat Yildiz qetil kirine lanet dikim û sersaxiyê ji malbat û xelkê Dêrsimê re dixwazim.”



Rudaw
Top