• Saturday, 29 June 2024
logo

Konsulusxaneya Îranê ya li Kerbelayê hat şewitandin

Konsulusxaneya Îranê ya li Kerbelayê hat şewitandin
duhê çalakvanek hatibû kuştin.


Duhê çalakvanekî medenî ji aliyê çekdarên ser bi Îranê ve hatibû kuştin.

Piştî ku duhê çalakvanî medenî yê Îraqî Eyhab Cewad Weznî li berdem mala xwe ya li Kerbelayê hate kuştin, şêniyên bajar jî dest bi xwepîşandanên mezin li dijî vê yekê kirin.

Xwepîşander qala vê yekê dikin ku Cewad Weznî ji aliyê çekdarên ser bi Îranê ve hatiye terorkirin.

Rixmî hewldanên polîs û hêzên ewlekarî, xwepîşander ber bi Konsulusxaneya Îranê ya li Kerbelayê meşiyan, her çend zirêvanên Konsulusxaneyê xwestin pêşiya Xwepîşanderan bigirin, lê xwepîşander xwe gehandin deriyê Konsulusxaneyê û agir tê berdan.

Weke tê zanîn ji sala 2019an de heta îro zêdetir ji 600 Xwepîşander û çalakvan li Îraqê hatine kuştin.
Top