• Saturday, 29 June 2024
logo

Kazimî: Di demeke nêzîk de mafên darayî yên Herêma Kurdistanê tên şandin

Kazimî: Di demeke nêzîk de mafên darayî yên Herêma Kurdistanê tên şandin
Serokwezîrê Iraqê di hevpeyvînekê de ligel komeke kanalên medyayî yên Iraqê de ragihand, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê di serdemeke zêrîn de ne û di demeke nêzîk wê mafên darayî yên Herêma Kurdistanê dê bêne şandin.

Herwiha Mistefa Kazimî dibêje ji bo çareseriya herêmên madeya 140 a destûra Iraqê jî pêwîstiya wan bi bicîkirina baweriyê di navbera ereb û kurdan de heye.

Serokwezîrê Iraqê diyar dike, wan ligel serkirdeyên kurd hewl dane girêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi hev re vekin û têgihiştineke baş heye.

Mistefa Kazimî tekez kir, di heyam hefteyekê de dê şandeke Hikûmeta Iraqê serdana Herêma Kurdistanê bike, ji bo pirsgirêkên li herêmên cihê nakokoyê hene, çareser bikin û di demeke nêzîk de jî dê mafên darayî yên Herêma Kurdistanê bên şandin.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ji bo kêşeya madeya 140 a destûra Iraqê jî wiha gotiye: "Gelek herêmên kêşê li ser wan hene li Iraqê hene û pêwîstiya me bi rewşeke aramiya siyasî heye.

K24
Top