• Saturday, 29 June 2024
logo

Dije-Terora Kurdistanê ronîkirinek belav kir

Dije-Terora Kurdistanê ronîkirinek belav kir
Dije-Terora Kurdistanê red dike ti pêwendiya wê bi operasyona kuştina Qasim Suleymanî re hebe û radigihîne, grûpeke bi navê CTG ya ser bi Lahûr Cengî û birayê wî heye û ew pabendî rêkar û yasayên Herêma Kurdistanê nabin.

Dije-Terora Kurdistan (CTD), di daxuyaniya xwe de behsa raporteke derbarê operasyona armancagirtina Fermandarê Supaya Quds Qasim Suleymanî dike ku navê Dije-Terora Kurdistanê tê de hatiye û diyar dike, “Em hemû aliyan piştrast dikin ku dûr û nêzîk peywendiya CTD bi zaniyariyên nav raporê û operasyona bi armancagirtina Qasim Suleymanî de nîne.”

Her di wê daxuyaniyê de tê gotin, “Grûpeke bi navê CTG heye ku ser bi Lahûr Cengî û birayên wî ve ye û pabendî rêkar û yasayên Herêma Kurdistanê û saziyên wê nabin û li derveyî yasaya hejmar 4 a sala 2011 ya Parlamentoya Kurdistanê ya taybet bi Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê, kar dikin.”

Dije-Terora Kurdistanê bibîr dixe ku di raportê de jî bi zelal behsa beşdarbûna wê hêza bi navê CTG tê kirin û ji bo mebestê jî di raportê de bi zelalî amaje bi wê tê kirin ku wan pêwendiya wan bi Lawên Azadî, Berdevkê Lahûr Cengî kirine, ji bo ku zelalkirinê li ser beşdarî û pêwendiya wan di armancgirtina Qasim Sulêymanî de bidin.”

Di dewama daxuyaniyê de tê tekezkirin, “Em dubare radigihînin ku Dije-Terora Kurdistanê ti pêwendiya wê bi vê mijarê re nîne.”

Dije-Terora Kurdistanê pêşniyaz jî dike ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê lêkolîneke hûr li ser wê raporê bike û rastiyan ji raya giştî re aşkere bike.

K24
Top