• Saturday, 29 June 2024
logo

Serok Barzanî li gel şandeke Îraqî civiya

Serok Barzanî li gel şandeke Îraqî civiya
behsa rewşa deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê kirin.

Şanda Îraqî îro serdana Hewlêrê kir.
Îro yekşem li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya şandeke asayîşa nîştimanî ya Îraqê bi Serokatiya Şêwirmendê asayîşa nîştimaniya Îraqê Qasim Erecî û şanda pê re kir.
Di civînê de giftûgo li ser rewşa meydanî ya xetên temasê û metirsî û êrîşên terorîstên DIŞIê yên li deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê hatin nirxandin.
Di civînê de Serok Barzanî û şanda Îraqî tekez li ser zêdetir hemahengî û hevkariya zêdetir ya di navbera hêzên pêşemrge û artêşa Îraqê bo rûbirû bûna terorîstên DIŞIê û nehêştina astengiyên berdem zêdetir kirina hemahengiya han kirin.
Têkiliyên navbera Hewlêr û Bexda û cîhbicîh kirina rêkeftina Şingalê mijarên din yên civînê bûn.
Top