• Saturday, 29 June 2024
logo

PKK 6 kes revandine û gefê li malbatên wan dixwe

PKK 6 kes revandine û gefê li malbatên wan dixwe
Çekdarên PKKê çend kes li binarê çiyayê Qendîl revandine û di bin gef û tirsê de dê û bavê wan neçar kirine bibêjin ku zarokên wan sîxûrî kirine û qaşo daxwaz kirine ew bêne sizadan!

Malpereke girêdayî PKKê, di raportekê de li wê yekê mukir hatiye ku PKK çend welatiyên Herêma Kurdistanê bi tohmeta sîxurtiyê girtine û dixwaze wan siza bide.

Wê malperê li ser navê dê û bavê yek ji wan girtiyan gotiye, “kurê min li sûcê xwe mukir hatiye û ji ber wê jî divê were sizadan!”

Di wê derbarê de, jêderekî agahdar ji binarê Qendîlê ku nexwast navê wî aşkere bibe ji K24ê re got: “Çekdarên PKKê gefê li her kesê ne ligel wan be dixwin û çend kes revandine û li hember azadkirina wan daxwaza pereyan kirine.”

Amaje bi wê jî da, ew kesê li medyaya PKKê derketine û diaxivin, kurê wan di bin destê PKKê de ne û çekdarên PKKê ew agahdar kirine ku nabe bi çi awayî be li dijî PKKê biaxivin û nabe nerazîbûnê li hember desteserkirina kurên xwe nîşan bidin.

Wî jêderî aşkere kir, çekdarên PKKê li gundê Êndizê yê li wê deverê bang li dê û bavên wan kesên revandî kirine û ji wan re gotine ku nabe bi ti awayî daxwaza azadkirina kurên xwe bikin û PKKê li hember berdana kurên wan daxwaza pereyan kirine.

Wî jêderî diyar kir jî, li gundê Êndizê çekdarên PKKê ji dê û bavên revandiyan re gotine, ew kurê wan bi pere azad dikin, lê bi mercê ku nabe behsa wê yekê bikin ku bi pere hatine azadkirin û piştî azadkirin jî, nabe ew gundê xwe bimînin.

Li gor zanyariyên K24ê, ewên ji aliyê PKKê ve hatine revandin, hejmara wan 6 kes in, 2 ji wan xelkê devera Pişder, 2 ji devera Balekayetî û 2 jî ji devera Biradost in.

Wî jêderî tekez kir, çekdarên PKKê çend caran sivikî bi wan revandiyan kirine û xelkê wê deverê bi darê zorê kom kirine û kesên revandin nimayiş kirine û wek sîxur nasandine.

Hebûna çekdarên PKK li navçeyên sînorî, welatîyên ewan gundan dilgiran kiriye û ziyanek mezin jî gihandiye wan û hinek caran jî bacê ji wan distînin, tevî ku agirê şerê Tirkiye jî anîne nava axa Herêma Kurdistanê.

K24
Top