• Saturday, 29 June 2024
logo

RAPIRSÎ - Dengdêrên Kurd ji AK Partiyê dûr dikevin

RAPIRSÎ - Dengdêrên Kurd ji AK Partiyê dûr dikevin
Navenda Lêkolînan a Bandora Civakî ragihand ku li gor encama rapirsiya wan dengdêrên Kurd ji AK Partiyê dûr dikevin û niha tenê ji her 5 dengdêrên Kurd yek dengê xwe dide wê partiyê.

Navenda Lêkolînan a Bandora Civakî encamên rapirsiya xwe ya bi navê “Lêkolîna Gûpên Dengdêr û Meylên Wan a 2020” belav kir.

Lêkolînerê ji Navenda Lêkolînan a Bandora Civakî Ulaş Tol di sohbetek vîdyoyî de hûrguliyên lêkolînê nirxand, got: “Tenê ji bo dengdêrên Kurd me lêkolînek taybet pêk anî. Dengdêrên Kurd bi meylek pir eşkere ji AK Partî dûr dikevin.”

Ulaş Tol diyar kir ku li gorî lêkolîna wan, derketiye holê ku hejmarek zêde ya dengdêran ji AK Partiyê dûr dikevin û wiha pirsa “Kî herî zêde dûr dikeve?” da: “Di hin kategoriyan de, AK Partî taybetmendiya xwe ya partîbûnê winda kir. Yek ji wan dengdêrên Kurd in. Tenê li ser dengdêrên Kurd lêkolînek me hebû. Li gor encamên wê lêkolînê tenê ji Kurdan ji sedî 24-25 ji AK Partiyê veqetane, ez dikarim vê yekê bibêjim. Dûrketina ji AK Partiyê li dora 14-15 ji sedî ya dengdêrm normal e, lê rêjeya dengdêrên Kurd ji sedî 24-25 e. Eger em berevajî behs bikin, tenê ji sedî 20 dengdêrên Kurd dibêjin ku ew dê dengê xwe bidin AK Partiyê.”

'Ew di nav xwe de jî cûda dibin'

Dengdêrên Kurd ên ku ji sedî 24-25 ji AK Partiyê dûr dikevin jî di nav xwe de ji hev cûdane. Kurdên li metropolên wekî Stenbol û Îzmîr dijîn û yên li devey bajaran dijîîn ji hev cûda ne. Piştgiriya AK Partiyê li metropol û herêmê kêm dibe, lê gunda berdewam e.

Nemaze li bajarên wekî Stenbol û Edana, ev meyl di nav kurdên ku berê di hilbijartinên herêmî de piştgirî dane dijberiyê de berçavtir e, lê heke em qala statîstîkên din bikin, dengê AK Partiyê di nav dengdêrên kurd de ji sedî 20 e, wate ji her 5 kesan yek dengê xwe dide AK Partiyê.”

Rudaw
Top