• Saturday, 29 June 2024
logo

Parêzgarê Hewlêrê: Hemû çekên neyasayî wê werin desteserkirin

Parêzgarê Hewlêrê: Hemû çekên neyasayî wê werin desteserkirin
Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ragihand li ser fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî tîmên hevbeş û Wezareta Navxwe û Wezareta Pêşmerge wê dest bi komkirina hemû çekên neyasayî bê kirin.

Îro roja şemiyê 08.05.2021ê Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ragihand, li ser fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî tîmên hevbeş ê Wezareta Navxwe û Wezareta Pêşmerge wê dest bi pêngava damalîna çekên neyasayî bêkirin û 3 roje pêngava damalîna çekan li Hewlêrê dest pê kiriye bi tene mohleta wan çekên heye yên ji aliyê parêzgariyê û Wezareta Navxwe ve hatine pesendkirin. Ji bilî wan mohlet û kartên çekên hizbî û rêxistinan nayên qebûlkirin û her kesekî çekên neyasayî pê re hebe wê jê were stendin.

Herwiha Umêd Xoşnaw dibêje pêngava paqijkirina çekên neyasayî wê ji aliyê tîmên Wezareta Navxwe û Wezareta Pêşmerge ve were pêkanîn û ew tîm wê li kuçe û kolanên Hewlêrê û li her malê bigerin wan kesên çekên wan ê neyasayî hebin ji wan bistînin.



Basnews
Top