• Saturday, 29 June 2024
logo

Li Efrînê 9075 Ereb û Tirkmen li malên Kurdan hatin bicîkirin

Li Efrînê 9075 Ereb û Tirkmen li malên Kurdan hatin bicîkirin
Li 9 gundên herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, 8.800 Kurd ku nişteciyên resen ên wan gundan bûn hatine koçberkirin, li hember jî, li her 9 gundan 9.075 Ereb û Tirkmenên hawirde di nav malên wan Kurdên koçberkirî de hatine niştecîkirin.

Di bin dagirgirina grûpên çekdar, hikûmeta demkî ya opozisyona Sûriyê û Îtîlfa hêzên opozisyona Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê demografiyaya herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê bi temamî tê guhertin.

Li gundên herêma Efrînê, wekî bajar û bajarokên wê, grûpên çekdar, hikûmeta demkî ya opozisyona Sûriyê û Îtîlfa hêzên opozisyonê û bi piştevaniya Tirkiyê, demografiyaya herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê bi temamî guhertine.

Ofîsa ragihandina Partiya el Wehde li Efrînê amar derbarê hejmara nişteciyên hawirde li hin gundan belav kirine û li gor wan amaran:

Hejmara nişteciyên gundê Meydan Ekbesê 1800 bû, niha 500 mane, 2000 hawirde lê niştecî kirine.

Hejmara nişteciyên gundê Dêrsiwanê 1800 bû, niha 500 mane, 2000 hawirde lê niştecî kirine.

Hejmara nişteciyên gundê Îska 1250 bû, niha 400 mane, 1000 hawirde lê niştecî kirine.

Hejmara nişteciyên gundê Ereba 1400 bû, niha 800 mane, 500 hawirde lê niştecî kirine.

Hejmara nişteciyên gundê Qîbarê 1200 bû, niha 570 mane, 500 hawirde lê niştecî kirine.

Hejmara nişteciyên gundê Basûtê 3200 bû, niha 1800 mane, 1500 hawirde lê niştecî kirine.

Hejmara nişteciyên gundê Birc Evdalo 800 bû, niha 150 mane, 400 hawirde lê niştecî kirine.

Hejmara nişteciyên gundê Feqîra ku Êzidî ne 440 bû, niha 130 mane, 325 hawirde lê niştecî kirine.

Hejmara nişteciyên gundê Qude 2000 bû, niha 240 mane, 850 hawirde lê niştecî kirine.

Siyasetmedar û akademisiyanê Kurd Dr. Welîd Şêxo ku xelkê Efrînê ye, ji Rûdawê re behsa metirsiyên vê siyaseta guhertina demografîk kir.

Dr. Welîd Şêxo got ku ew kiryarên çekdarên dê bibe sedem ku di rojên pêştir bibe şereke di navbera Kurd û Ereban de.

Piştî ku Ereb û Tirkumenên hawirde di nav malên Kurdan de dihatin niştecîkirin, niha projeyên avakirina yekeyên niştecîbûnê li gelek deverên herêma Efrînê têne avakirin.

Li gor çavdêran, dibe ku ev yek bibe sedema zêdebûna Ereb û Tirkmenên hawirde li wê herêma ku berî dagirkirina wê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê rêjey nişteciyên wê ji Kurdan %98 bûye.

Rudaw
Top