• Saturday, 29 June 2024
logo

Efxanistan- Ji ber teqînekê 25 kes mirin

Efxanistan- Ji ber teqînekê 25 kes mirin
Li gor wezareta navxweyî ya Afghanistanê teqînekê li nêzîkî dibistaneke Kabîla paytexta Efxanistanê îro roja şemîyê herî kêm 25 kes kuştin û bi dehan jî birîndar kirine.

Berdevkê Wezaretê Tariq Arian got herî kêm 52 kes, ku piranîya wan xwendekar bûn, di teqînê de birîndar bûne. Herwiha Tariq Arian sedem û armanca teqînê diyar nekir.

Li aliyêdin Berdevkê Wezareta Saxlemîyê Ghulam Dastagir got ta niha 46 kes bo nexweşxaneyan hatine şandin .

Kabîl di huşdarîyeke bilind de ye ji dema ragihandina Washingtonê ku ew dê hemî hêzên xwe berî 11ê meha Îlûna îsal ji Efxanistanê vekişîne û berpirsên Efxanistanê jî dibêjin ku Talîbanê êrîşên xwe li seranserî welêt gurtir kirine.

Hea niha ti grûpan berpirsîyariya xwe li dor teqîna îro roja şemîyê ranegihandiye. Teqîn li taxeke rojavayê Kabulê bû ku piranîya wê misilmanên şîaa ne.

Basnews
Top