• Saturday, 29 June 2024
logo

Proseya çaksaziyê di Wezareta Pêşmerge de berdewam e

Proseya çaksaziyê di Wezareta Pêşmerge de berdewam e
Bi mebesta yekxistina Hêzên Pêşmerge, komîteyeke hevbeş di navbera Wezareta Pêşmerge û Hevpeymanan de hatiye pêkanîn da ku kar li ser 35 xalên çaksaziyê di Wezareta Pêşmerge de bike. Tevî ku heya niha kar li ser 13 xalan hatiye kirin, lê Serokê Komîteya Karûbarên Pêşmerge li Parlementoya Kurdistanê dibêje xalên nakok yên çaksaziyê weke xwe mane û nehatine cîbicîkirin.

Projeya çaksaziya Wezareta Pêşmerge ligel ku Rêveberiya Çaksaziyê jî di wê derbarê de kar dike, Amerîka û Brîtanya û Almanya alîkariya projeyên dikin, lê serokê Komîteya Karûbarên Pêşmerge li Parlementoya Kurdistanê dibêje, xalên nakokiyê yên çaksaziyê weke xwe mane û nehatine cîbicîkirin.

Wezareta Pêşmerge mijûlî cîbicîkirina du projeyên çaksaziyê ye, projeya 35 xalî, bi alîkariya Hevpeymanan û projeya 5 xalî, ku ji aliyê Encûmena Wezîran ve hatiye pesendkirin. Karkirin li ser herdu projeyan jî berdewam e.

Serokê Komîteya Karûbarên Pêşmerge li Parlementoya Kurdistanê Rêving Herurî got: “Çawa me dibêjin yekxistin û rêxistina Hêzên Pêşmerge hebe, divê wisa yekxist û rêxistina bîr û baweriyên niştimanî di navbera PDK û YNKê de hebe.

Projeya yekem a çaksaziyê ya Hêzên Pêşmerge, ji 35 gavan pêk tê, 13 gav hatine cîbicîkirin, beşek jê ji elektronîkirina mûçe, sîstema gihandinê, yekkirina cilûbergan û pêdaçûna bi yasaya pêwendiyan û çend xalên din, pêk tê.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, roja Duşemê heftiya borî, ligel Wezîrê Pêşmerge û berpirsên Wezareta Pêşmerge û herdu fermandeyên hêzên Yekeya 70 û 80 civiya.

Mijareke civînê, yekkirina Hêzên Pêşmerge bû. Herwiha behsa astengî û berbestên li ber çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge û yekkirina hêzan hate kirin.

Hewlên hevpeymanan ji bo çaksazkirin û yekirina hêzan, wiha kiriye ku Yekeya 70 ya ser bi YNKê û Yekeya 80 ya ser bi PDKê hewla xweguncawkirina ligel wê yekê bidin.

Berpirsê Yekeya 70 ya Hêzên Pêşmerge Mistefa Çawreş jî got: “Ferqa Yekeya 70 û Yekeya 80 nîne, ji ber ku dijmin me yek dibîne. Em piştevaniya bernameya yekkirina Hêzên Pêşmerge dikin.”

Di rojên borî de, bi serokatiya, Şêwirmendê Berevaniyê yê Serokwezîrê Brîtanyayê Marşal Sampson, şandeke wî welatî serdana Wezareta Pêşmerge kir.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Pêşmerge, şandê Wezareta Pêşmerge piştrast kiriye ku armanca wan di vê qonaxê de serkirdayetiya reforma serbazî ya wezaretê bikin.

Her çiqasî, heta niha 15 lîwa hatine yekkirin, û bi “Lîwayê Hevbeş” hatine naskirin, lê gavên yekkirin û rêkxistina Pêşmergeyan, hêj di destpêkê de ne û weke Wezareta Pêşmerge dibêje: "Li ser cîbicîkirina birgeyên projeya çaksaziyê, berdewam in.”

Rudaw
Top