• Saturday, 29 June 2024
logo

Aydin Meruf: Pêkhateyên cuda li navçeyên pirsgirêk li ser di rewşeke xirab de dijîn

Aydin Meruf: Pêkhateyên cuda li navçeyên pirsgirêk li ser di rewşeke xirab de dijîn
Wezîrê Herêmê yê karûbarê pêkhateyan ragehand, pêkhateyên navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê li rewşeke xirab de dijîn, ji ber gef û metirsiyên DAIŞê li ser wan in, ji ber wê jî civaka navnetewî ji vê metirsiyê hatiye agahdar kirin.

Wezîrê Herêma Kurdistanê yê karûbarên pêkhateyan Aydin Meruf ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ji ber gef û metirsiyên çekdarên terorîstên DAIŞê û grubên çekdar ên li navçeyê, pêkhateyên niştecîhê navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê di rewşeke xirab de jiyan dikin. Ji ber berdewam di bin gef xwarinên wan gruban de ne. ji ber wê jî berdewam koç dikin û bi naçarî navçeyê vala dikin û tên ji bo herêma Kurdistanê.’’

Herwaha got: ‘’Pêkhateyên cuda li Herêma Kurdistanê di rewşeke gelek baş de dijîn û hikûmeta Herêma Kurdistanê giringiyeke baş dide ji bo mafên wan. Ji ber di destûrê de jî mafên wan misoger kirine. Ji bo baştirkirina rewşa jiyana pêkhateyan çend rasparde jî me dane hikûmeta Herêma Kurdistanê û wan jî piştevaniya xwe bo pêkhateyan teqez kiriye.’’

Aydin Meruf got: ‘’Jiyana pêkhateyan li navçeyên Iraqê bi giştî di rewşeke xirab de ne, elbet li gor herêma Kurdistanê. Ji ber wê jî hejmareke zêde ya pêkhateyan berê xwe dane Kurdistanê. Ji bo wê yekê jî civaka navnetewî ji rewşa jiyana pêkhateyan û metirsiyên li pêş wan hatiye agahdar kirin.’’

Basnews
Top