• Saturday, 29 June 2024
logo

Mistefa Kazmî : Em helwesta PKKê red dikin

Mistefa Kazmî : Em helwesta PKKê red dikin
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ragihand ku ew bikaranîna “axa Iraqê” wekî bingehek ji bo êrişkirina ser welatên cîran qebûl nakin û got: “Helwesta PKKê ji bo welatiyên me yên li Herêma Kurdistanê jî metirsiyek e.”

Bêjera Rûdawê Şahiyan Tehsîn ligel 5 bejêrên din ên televîzyonên Iraqî îro Şemiyê 8ê Gulana 2021ê li Bexdayê hevpevîneke hevbeş ligel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî pêk anîn. Kazimî di derbarê rewşa welat, têkiliyên Hewlêr-Bexda û geşedanên li herêmê de daxuyaniyên girîng dan.

Di hevpeyivînê de, ku dê di demek nêz de li ser ekranên Rûdawê were weşandin, Kazimi got, "Têkiliyên navbera Herêma Kurdistan û Iraqê niha di “Serdema Zêrîn”re derbas dibin.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazmî ji Rûdawê wiha got: “Niha komîteyek li ser wê yekê dixebite da ku budceya vê mehê ya Herêma Kurdistanê bê şandin. Kazimî di bersiva pirsa Bêjera Rûdawê Şahiyan Tehsîn de got: “Rêkevtina li ser projeya bûdçeyê pir baş bû, madeya 1'an baş bû."

Mijarên ji axavtina Mistefa Kazimî derketine pêş ev in:

Budceya Herêma Kurdistanê û peywendiyê ligel Kurdistanê

- Niha serdema peywendiyên zêrîn di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de heye.

- Di salên borî de me ji bo çareserkirina gelek pirsgirêkan kar kir.

- Ji bo çareserkirina arîşeyên navbera herdu alîyan de me bi hemû dijwarî kar kir, rêkevtina li ser projeyê budceyê û maddeya 11 baş bûn

- Niha komîteyek li ser wê yekê dixebite da ku budceya vê mehê ya Herêma Kurdistanê bê şandin.

Êrîşên Tirkiyê û şerê navbra PKKê û Tirkiyê

- Em bikaranîna Iraqê weke qada êrîşan bo welatên cîran red dikin.

- Em helwesta Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) red dikin ku ji xaka Iraqê ji bo êrişî welatekî cîran bikar bîne.

- Haya me ji êrîşên pêşwext ên li Tirkiyê nebûn.

- Kiryarên PKKê ji bo nîştecîhên Herêma Kurdistanê metirsî ne.

- Têkiliyeke me ya gelekî taybet bi Tirkiyeyê re heye.

- Em kar dikin ji bo sepandina desthilata hêzên Iraqî bi ser hinek navçeyan ku di kontrola destê grûpên çekdar de bûn

- Em hewl didin ku boçûnên me Tirkiyê nêzîkî hev bibin

- Em li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê kar dikin da ku zirarên şer û êrîşan diyar bikin.

- Me bang li nûnerê rêveberiya Tirkiyê û balyozxaneya Tirkiyê kir û me ji wan re ragihand ku em êrîşan qebûl nakin.

Wezîrê Berevaniya Iraqê beriya du rojan bi hevtayê xwe yê Tirkiy re axivî.

Hukûmeta Tirkiye daxwaza lêborînê ji bo hatina Wezîrê Berevaniya Tirkiye bo nava axa Iraqê kir.

- Ji ber şaşitiyeke Wezîrê Berevaniya Tirkiye derbasî nav axa Iraqê bûye.

Hilbijartinên Iraqê

- Divê hemû partî di nav de Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) derfeteke wek hev hebin di beşdarkirina hilbijartinan de.

- Divê PDKê li gorî mafê xwe lê bê çek, navenda xwe ya li Kerkûkê ji nû ve werbigire.

- Me komîteyeke pêk aniye da ku PDK berî hilbijartinan navenda xwe bistîne.

Hevehengiya li navçeyê Kurdistanî yên dervey îdara Herêma Kurdistanê

- Hefteya borî li Bexdayê civînek bi beşdarbûna şandeyeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo lêkolînkirina mekanîzmayeke bo hevehengiya li navçeyên nakokî li her hene. Vê hefteyê jî civîneke din çêdibe dê li ser vê yekê lihevkirinek were pêkanîn.


Rudaw
Top