• Saturday, 29 June 2024
logo

Fransa û Brîtanya Tirkiye xistin lîsteya sor

Fransa û Brîtanya Tirkiye xistin lîsteya sor
Fransa û Brîtanyayê ragihandin ku ji ber zêdebûna Coronayê, bo welatiyên ji Tirkiyê tên welatên wan, karantîn tê ferizkirin.

Hikûmeta Brîtanyayê ragihand ku di çarçoveya tedbîrên vîrûsa Coronayê de geştyariyên navdewletî sînordar kirine û Tirkiye û Giravên Maldîv jî xistine lîsteya sor.

Wezîrê Veguhestina Brîtanya Grant Shapps dibêje welatên di lîsta sor de “ew welat in ku eger ne gelekî pêwîst be serdana wan neyê kirin."

Li gel Tirkiyê 43 welatên din jî di lîsta sor ya Brîtanyayê de hene. Berî niha hikûmeta Brîtanyayê Tirkiyê di lîsteya grupa metirsiya wan kêm de digirt.

Li gor rênmayiyên lîsta sor ku hikûmetê diyar kirine, welatiyên ji wan welatan bên Brîtanyayê divê 10 rojan di karantineyê de bimînin.

Li Fransayê jî ji 24ê Nîsanê heta niha bo geştyarên ji welatên Arjantîn, Şîlî, Afrîkaya Başûr, Hindîstan û Brezîlyayê dihatin 10 roj karantina dihat ferzkirin.

Li gor daxuyaniya Serokwezîriya Fransayê bi biryarek ku îro dê bikeve warê cîbicîhkirinê, geştyarên ji Tirkiye, Bangladeş, Srîlanka, Pakîstan, Nepal, Yekîtiya Welatên Ereb û Katar diçin wir divê 10 rojan bên karantînkirin.

Rudaw
Top