• Saturday, 29 June 2024
logo

Rojhilatê Kurdistanê – Sine û derdora wê hejiyan

Rojhilatê Kurdistanê – Sine û derdora wê hejiyan
Îro 08.05.2021ê erdhejekî bi hêza 4.4 li bajarokê Şiwêşe ya ser bi bajarê Sine pêkhat.

Li gor zanyariyên navenda erdheja Îranê, erdhej demjimêr 01:18ê ber bi sibehê ve pêkhatiye.

Navenda erdhejê bajarokê Şiwêşe ya ser bi bajarê Sine bûye û hat zanîn erdhej 10 kîlometreyan bin erdê de pêkhatiye.

Navenda erdhejê 17 kîlometriya Şiwêşe, 24 kîlometre nêzîkî Sewlawa û 28 kîlometreyan jî nêzîkî bajarê Pawe bûye.

Hat zanîn erdhej li parêzgeha Kirmaşanê jî hatiye hestpê kirin.

Li gor gotinên rêveberê giştî yê krîzên parêzgeha Sine Mihemed Felahî ti ziyaneke canî yê wê erdhejê nebûye.
Top