• Saturday, 29 June 2024
logo

Hevpeymaniya cîhanî hevkariya artêşa Îraqê kir

Hevpeymaniya cîhanî hevkariya artêşa Îraqê kir
Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî rêxistina terorîst a DAIŞê ragihand; her êrîşek li Iraq û Herêma Kurdistanê destdirêjiya ser serweriya Iraqê ye.

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê Wayne Marotto li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Êrîşa ser binkeya leşkerî ya Eyn Esed bi rêya dronê ve hatiye encamdan û ti ziyaneke canî çênebûye.”

Wayne Marotto got: “Her êrîşeke li dijî hêzên Iraq û Herêma Kurdistanê û Hêzên Hevpeyman destdirêjiî ye li ser serweriya axa Iraqê.”

Li rojavayê Iraqê bi rêya du firokeyên bêfirokevan ên bombekirî, êrîşî binkeya esmanî ya Eyn Esed hatibû kirin.rîşî ser navenda leşkerî ya Eyn Esed hatibû kirin.

K24
Top