• Saturday, 29 June 2024
logo

Rûsya ji welatan daxwaz dike zarokên xwe ji kampa Holê vegerînin

Rûsya ji welatan daxwaz dike zarokên xwe ji kampa Holê vegerînin
Rûsya daxwaz ji civaka navdewletî dike zarokên çekdarên DAIŞê ji kampa Holê ya Rojavayê Kurdistanê vegerîne.

Cêgirê Nûnerê Rûsya li Netewên Yekbûyî, Gennady Kuzmin di civîneke ne fermî ya Enûcmena Asayişê de daxwaz ji civaka navdewletî kir, gavên bi kiryar ji bo parastina zarokan bavêje û wiha berdewam kir “Li gorî yasayên navdewletî yên derbarê parastina mafên zarokan de, hemû welatek pabende ku welatiyên xwe vegerîne û rê nede ku zarokên wan bê regezname bimînin.”

Cîgirê Nûnerê Rûsya li Netewên Yekbûyî got “Rûsya hewl dide zarokên xwe ji wan welatan vegerîne ku şer û alozî têde rû dide.”

Kuzmin dibêje jî, tevî astengiyan, Rûsya ji sala 2017ê ve 274 zarok ji Sûriye û Îraqê vegerandine.

Li gor amarên Netewên Yekbûyî li Kampa Holê, 66 Hezar û 101 kes hene, ku ji 60 welatî çûne Sûriyê û tevlî DAIŞê bûne. Ji %39 ji wan xelkên Sûriyê ne, hejmara wan 25 Hezar û 780 kes in.

Ji %46 ji wan Iraqî ne, hejmara wan 30 Hezar û 724 kes in. Ji %15 ji wan xelkê welatên din in, ew jî 9 Hezar û 597 kes in, û xelkê 66 welatan in.

Li Kampa Holê 18 hezar û 208 malbat hene û %96 ji wan jin û zarok in, %66 ji wan zarokên di bin 18 salî re ne.

Li gorî amarên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya ji bo zarokan, UNICEFê, hejmara zarokan li wê kampê 28 hezar in. Bêhtirî 7000 zarok ji wan, xelkê welatên din in. 77 zarok sêwî ne, bav û diyên wan di şer de hatine kuştin. 12 hezar girtiyên çekdarên DAIŞî jî hene.

Rudaw
Top