• Saturday, 29 June 2024
logo

Bajarên herî kêm vaksîn wergirtine li Bakurê Kurdistanê ne

Bajarên herî kêm vaksîn wergirtine li Bakurê Kurdistanê ne
Li gor amarên Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê bajarên ku herî kêm vaksîn wergirtine Şirnex, Colemêrg, Riha, Sêrt, Mêrdîn û Dêrsim ên Bakurê Kurdistanê ne.

Li gor amarên 6ê Gulana 2021ê ya Platforma Agahdarkirina Vaksîna Covid-19 a Wezareta Tendirustiyê, li Tirkiyê bi giştî 14 milyon û 437 hezar 554 kesan doza yekem û 10 milyon 129 hezar 648 kesan jî doza duyem a vaksînê wergirtine.

Platforma Agahdarkirina Vaksîna Covid-19ê aşkere kir ku li gor serjimariyê vaksînkirinê herî zêde bi rêjeya ji sedî 29,32 li bajarê Edîrne yê Tirkiyê çêbûye.

Li gor amarên Platformê di rêza bajarên ku herî kêm vaksîn wergirtine de jî bajarên Bakurê Kurdistanê Dêrsim, Şirnex, Colemêrg, Riha, Sêrt û Mêrdîn hene.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê belav kiriye, li 24 demijmêrên borî de, 251 hezar û 194 pişkinînên corona encam dane, û encamên 20 hezar 107 pişkinînan pozîtîv bûye û 278 tûşbûyên corona canê xwe ji dest dan e, herweha 35 hezar û 529 tûşbûyên corona çareser bûne.

Rudaw
Top