• Saturday, 29 June 2024
logo

Artêşa Tirkiyeyê dest bi topbaran kirina Zozanên Sîdekanê kir

Artêşa Tirkiyeyê dest bi topbaran kirina Zozanên Sîdekanê kir
topbaran derdorê seat 10 sibê destpê kiriye.
Jiber liv û tevgerên PKKê topxaneyên Tirkiyeyê zozanên Sîdekanê topbaran kir.

Birêveberê nahiyeya Sîdekan Îhsan Çelebî ji Kurdistantv re ragihand ku îro danê sibê topxaneya artêşa Tirkiyeyê bi tundî zozanên devera Sîdekanê topbaran kir.

Çelebî eşkere kiriye ku zozanên topbaran kirî ji cîhê sivîlan dûrin û artêşa Tirkiyeyê jî jiber liv û tevgerên gerîlayên pkkê bi tundî dest bi topbaran kirina wan zozanan kiriye.

Heta niha derbarê zirarên topbaranê de ti zaniyarî nehatine bidestxistin.
Top