• Saturday, 29 June 2024
logo

Îlham Ehmed: Li Qamişlo metirsiya şer heye

Îlham Ehmed: Li Qamişlo metirsiya şer heye
Seroka Desteya Cîbicîkar a Encûmena Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed got “Divê hemû hêzên ser bi hikûmeta Sûriyê ji bajarê Qamişlo derkevin.”

Di daxuyaniya rojnamevanî de, Ehmed ragihand ku divê hemû hêzên ser bi hikûmeta Sûriyê ji nav bajarê Qamişlo derkevin ji ber ku dibin sedemên pirsgirêkan.

Seroka Desteya Cîbicîkar a MSD diyar kir ku danûstandinên Rêveberiya Xweser ligel hikûmeta Sûriyê derbarê vê mijarê de serî negirtine.

Herwiha Îlham Ehmed got "Rêveberiya Xweser çend caran daxwaza danûstandinan li rejîma Sûriyê kir, lê rejîmê çareseriya pirsgirêkan bi riya diyalogê qebûl nekir.”

Di 20ê meha Nîsanê de difah elwetenî ku girupeke çekdarî ya hikumeta Sûriyê ye, êrîşî rêbendeke asayîşa Rojavayê Kurdistanê kir û endamekî wê şehîd xist, ji wê demê ve şer û pevçûn di navbera herdu aliyan de derket û di encamê de taxa Tey ku take tax bû li bajarê Qamişlo di bin destê hikumetê dibû, ket bin kontrola Rêveberiya Xweser, ev yek jî bi serpereştî û çavdêriyeke Rûsî tê kirin.

Rudaw
Top