• Saturday, 29 June 2024
logo

Di aloziyên Orşelîmê de herî kêm 200 kes birîndar bûn

Di aloziyên Orşelîmê de herî kêm 200 kes birîndar bûn
Di aloziyên navbera hêzên Îsraîlî û xwepêşanderên Filistînî de herî kêm 200 kes birîndar bûn.

Duhî li bajarê Orşelîm (Quds) yê Îsraîlê û li nêzîkî mizgefa Eqsa, di navbera komek Filistîniyên ku dixwastin piştî nimêjê xwepêşandanê bikin û hêzên Îsraîlî de şer û alozî derket.

Li gorî agahiyan, di wan aloziyan de herî kêm 200 kes birîndar bûn.

NY û Amerîka nîgeraniya xwe li hember wan aloziyan nîşan dane.

Top