• Saturday, 29 June 2024
logo

Partiyên Kurd di civîneke Sosyal Înternasyonalê de pirsa Kurd gotûbêj kirin

Partiyên Kurd di civîneke Sosyal Înternasyonalê de pirsa Kurd gotûbêj kirin
Nûnerên hijmareke partiyên Kurd li Rêxistina Sosyal Internasyonal, endamin bi awayekî online civiyan û di civînê de behsa rewşa partiyan û astengiyên siyasî yên li pêş wan kirin.

Rêxistina Sosyal International belav kiriye, astengî li welatekî bo welatekî din cuda ne, lê xalên wan ên wek hev jî hene, wek mînak, bandora Coronayê li ser hemû welatan hebû, û beşdarbûyî hevra bûn, ku girînge di siberojê de hevdû bibînin, ew jî dema ku rewş asayî bibe.

Di beşekî din ê daxuyaniya Sosyal Internasyonal de hatiye diyarkirin, tewera serekî ya partiyên Iraqî ku tekezî li ser kirine, ew jî mijara destserkirina desthilatan û berpirsên hilbijêrkirî, û bi vî awayî jî dîmen hate pêşandan, ku pêngav bow ê arasteyê hêdî têne avêtin. Herwiha girîdayî rewşa Iraqê hate zelalkirin ku rewşa emnî baştir bû ye, ew jî piştî kontrolkirina navçeyên ku li jêr desthilata DAIŞê de bûn, lê amaje bi wê yekê jî hate dan , ku hêjî îdeolojyaya DAIŞê maye û ew jî gef e.

Sosyal Internasyonal dibêje, her di civînê de amaje bi wê yekê hate dan, ku xebata Kurdên Rojavayê Kurdistanê bo bidestanîna mafên demokrasî û asaziyê berdewame û ev xal jî hate ronîkirin ku “Hevsoziya zêdetr a navdewletî di van hewlan de pêwîste”

Di daxuyaniya Sosyal Internasyonal de hatiye ragihandin, her di civînê de behsa xebata gelê Kurd li Îranê hatiye, û siyaseta wêrankerane ya rejîma Îranê dijî armancên aştîxwaz ên Kurd li wî welatî behsa wê hate kirin, û hate eşkerekirin ku Îran berdewame di bikaranîna siyaseta tund dijî xelkê xwe. Girngînedan bi mafê mirov di danûstandinên niha ên taybet bi programê etomî ku cihê dilgiraniya hijmareke zêde ya amadebûyan bû. Herwiha behsa rewşa pêkhate û jinan li wî welatî hate kirin ku hevawayê sala borî xeabe.

Sosyal Internasyonal dibêje, (Tişa ku peywendî bi Tirkiyê heye, rejîma Erdogan di hewlên xwe de bo xeniqandina xebata demokrasî de berdewame û di setemkariya Kurd jî her berdewam e. Hikûmet rêkarên dijî demokrasiyê û girtina bikom bikar tine, ew jî bi armanca nehiştina dengê opozisyonê, û di dadgehkirina dawî ya taybet bi bûyerên Kobanî jî bi zelalî hate dîtin.

Di beşekî din ê daxuyaniyê de hatiye tê gotin, ew tişata ku peywendiya wî bi daxwaza siyasî ya gelê Kurd heye, pariyên beşdarbûyî amadebûna xwe anîn ziman, daku ligel wan partî û grûpan kar bikin, ku girîngiyê didin pirsa Kurd, û amadebûyan tekezî li ser wê yekê kirin , ku pirsa Kurd peywendiya wê bi hemû welatên navçeyê heye, û dive her encamek erênî jî di vî warî de bandoreke baş li ser tevahiya Rojhilata Navîn hebe. Her bi pêwîstî hate zanîn ku di her nexşerêyekê de bo çaksaziyê û demokrasiyê di siberojê de bo navçeyê dive pêgeha Kurd liber çav bê girtin.

Wek ku di daxuyaniyê de hatiye, di civînê de çend pêşniyar hatine pêşandan, daku di siberojê kar li ser wan bê kirin, ji wan jî destpêkirina diyaloga di navbera partiyên siyasî yên Kurdî û ne Kurdî yên navçeyê, çêkirina hevtêgihiştineke hevbeş û nehiştina cudahiyên kultûrî.

Di civînê de Soran Cemal Tahir û serkewt Mihemed Xefûr ji Yekîtî Niştîmanî Kurdistan, Xalid Ezîzî û Mewlûd Siware ji Hizba Demokratî Kurdistan, Luqman Ehmedî ji Hizba Demokrata Kurdistana Îranê, Salih Mislim û Ibarhîm Mislim ji PYD, Hisyar Ozsoy û Evîn Çevîk û Luqman Sazan ji Partiya Demokrata Gelan- HDP beşdsar bûn.

Rudaw
Top