• Saturday, 29 June 2024
logo

Wezîrê tenduristiyê bi nûnertiya Mesrûr Barzanî serdana birîndarên şerê Pirdê kir

Wezîrê tenduristiyê bi nûnertiya Mesrûr Barzanî serdana birîndarên şerê Pirdê kir
Bi nûnertiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Wezîrê Tendirustiyê Saman Berzincî serdana birîndarekî êrîşa terorîstî ya li Pirdê kir.

Pêşmerge Hemîd hefteya borî li Pirdê di encama êrîşeke terorîstî ya çekdarên DAIŞê de birîndar bûbû.

Niha ew pêşmerge li Nexweşxaneya Komarî ya Hewlêrê tedawî dibe û biyar e hefteya bê neştergeriyeke mezin lê were kirin.

Wezîrê Tendirustiyê Saman Berzincî diyar kir ku neştergeriya yekem şeva yekem hate kirin, roja yekşema bê jî neştergeriyeke din li birîneke mezin a li ser beşa jorê ya ranê wî were kirin.

Saman Berzincî eşkere kir ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi hûrgilî çavdêriya rewşa tendirustiyê ya Pêşmerge Hemîd dike.

Basnews
Top