• Saturday, 29 June 2024
logo

Şerê di navbera PKK û Artêşa Tirkiyê de bi dijwarî berdewam e

Şerê di navbera PKK û Artêşa Tirkiyê de bi dijwarî berdewam e
Operasyonên artêşa Tirkiyê li Başûrê Kurduistanê berdewam in, ku ji 23ê Nîsana borî bi hinceta PKK li navçeyên Metîn, Avaşîn û Zapê destpê kiribû. Rojane li hinek cihan şer û pevçûn di navbera herdû aliyan de diqewimin.

Hejmareke parlemantarên parlemantoya Iraqê li navçeya operasyonê bidûvçûnê dikin û derbarê pêşhateyên dawî de raportek pêşkêşî parlemantoyê dikin.

Diyar Teyib, Parlemantarê Parlemantoya Iraqê, dibêje, “Şerê mezin û teqekirin di navbera aliyan de bi dirustî nîne. Lê metirsî heye ji ber ku gelek cebilxane nêzikî gundan in û leşkerên Tirkiyê hewl didin wan biteqînin û ev jî dê ziyanê bigihîne xelkê.”

Wezareta Berevaniya Tirkiyê roja înê 7ê Gulanê canjidestdana 2 gerîlayên din ên PKK ragihand û amaje bi wê yekê da, ji destpêka operasyonan ve 72 gerîlayên PKK cane xwe jidest dane. Ev di demekê de ye medyayaên nêzîkî PKK heta niha canjidestdana 6 gerîlayan û kuştina zêdetirî 150 serbazên tirk ragihandine.

Berdevka HDP dibêje, hikûmeta tirkiyê siyaseta şer daye ber xwe û armanca wê ji wê operassyonê dijayetiya gelê kurd e.

Ebru Gunay, Berdevka HDPê, dibêje, “Careke din li wan navçeyên ku li jêr desthilata Herêma Kurdistanê ne, dest bi êrîşê kirine. Ev êrîş ku piştî bidawîbûna proseya aştiyê li jêr navên cuda têne kirin. Gefê li can û malê kurd dikin. Kurdan neçar dikin ku koçber bibin. Di vê operasyona dawî de jî gund careke din vala kirine. Ji Efrînê heta Qamişlo, ji Şingalê heta sînorên Îranê,dixwazin navçeya bê çek çêbikin, ku bi rûberê nêzîkî 1200 kîlometre li nav sînorên Herêma Kurdistanê ye. Sedema serekî jî dijminatiya gelê Kurd e.”

Berî vê operasyonê, 36 binkeyên serbazî û 6 serbazgehên Tirkiyê li sînorê parêzgeha Duhokê hebûn. Lê piştî operasyonan hejmara binkeyên serbazî li sînorê wê parêzgehê gihiştine 43 binkeyan.

Li gor amarên dawî yên yekeya kargêriya sînorê parêzgeha Duhokê, zêdetirî 361 gundên wê parêzgehê ji ber şerê di navbera Tirkiyê û PKKê de hatine valakirin, û di 3ê salên borî de jî 33 kesên sivîl ji ber êrîşan cane xwe jidest dane.

Rudaw
Top