• Saturday, 29 June 2024
logo

Li rojava û bakurê Iraqê êrîş Ii hêzên hevpeymanan hatiye kirin

Li rojava û bakurê Iraqê êrîş Ii hêzên hevpeymanan hatiye kirin
Êvara roja pêncşemê 06.05.2021ê li rêya bombeyeke çandî êrîş kiraye ser dû karwanên hêzên hevpeymaniya navdewletî li bajarên Enbar û Selehedîn.

Medyaya Iraqê belav kiriye li sînorê parêzgehên Enbarê bombeyeke çandî li ser rêya karwanekî hevpeymaniya navdewletî hatiye çandin teqîyaye û hemwelatiyekî Iraqê birîndar bûye.

Herwiha beriya bi demekê li parêzgeha Selehedînê jî bombeyek li ser rêya karwanekî hêzên hevpeymaniya navdewletî de teqiye. Ligor zanyariyan ti ziyaneke canî çênebûye.

Cihê behsê ye berpirsên Iraqê û yên Amerîkayê nîgeraniya xwe derdibirin ji bo wan êrîşan beramber hêzên navdewletî û hêzên Amerîkayê.

Cihê behsê ye berî çend rojan, Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê Matthew Tueller nîgeraniya xwe li ser berdewambûna êrîşan nîşan dabû, ku bi ser hêzên biyanî de têne kiri

Basnews
Top