• Saturday, 29 June 2024
logo

Tirkiye li gel Misrê dest bi qonexeke nû kir

Tirkiye li gel Misrê dest bi qonexeke nû kir
Wezareta Derve ya Tirkiyê di derbarê hevditinên Tirkiyê û Misrê daxuyaniyek belav kir û dibêje ku hevdîtin baş derbas bûne. Şarezayekê peywendiyên Misrê û Tirkiyê jî dibêje ku Misrê daxwaze çend serkirdeyên İxwanû Mislîmin ji Tirkiyê kiriye ku wan kesan li Misrê tawanên mezin kirine, lê Tirkiye nikare zû bi zû daxwazên Misrê bicih bîne.

Tirkiyê di van demên dawî de dest bi hewleke nû ji bo başkirina peywendiyên xwe yên diplomatîk kirye û di vê çarçoveyê de şandeke Tirkiyê piştî nêzîkî 8 salan di asta herî bilinde seredana misrê kir û Tirkye hewil dide ku peywendiyên xwe yên têkçûyî di gel Misrê baş bike.

Şarezayê Karên Diplomasiyê Prof.Dr. Dogu Ergîl dibêje “Ji bo çareser kirina pirsgirêkên heyî û dirustkirina şertên pêkve jiyanê li herêmê, pêwîstî bi diyalogekê di welatên rojhilata navîn heye. Di destpêkê aliyan pêwîstî bi niyeteke baş heye. Pêwiste ku êdî peywendî di gel grubên neyasayî neyên kirin û dewlet û hikumetên her du aliyan rasterast hevdîtinan bikin.”

Li gorî zanyaryan ji bo başkirina peywendiyan weke qonaxa yekem 3 daxwazên serekên yên Misrê ji Tirkiyê ew in ku liv û tevgerên kes û saziyên peywendî bi ixvanûl muslîm re hene bête sînordar kirin, di medyaya Tirkiyê de dijayetiya desthilata Misrê neyê kirin û grubên çekdar yên bi ser Tirkiyê ve ji Libyayê bên derxistin.

Şarezayê Peywendiyê Tirkiyê û Misrê Hasan El Tahrawî got “Tişta ku niha di navbera Tirkiyê û Misrê re de rû dide, pêşketineke giring e. Diyare ku Qahîre û Enqere dixwazin peywendiyên xwe asayî bikin û vegerînin wek berê. Rast e gelek pirsgirêk li pêşiya vê yekê hene ya herî giring jî pirsa Lîbyayê ye. Herweha nakokî derbarê rewşa Sûriyê û Pirsa Îxwan Muslimîn. Di baweriya min de her yek ji Enqere û Qahîre pêwîstiya wan bi vegerandina peywendiyan heye û egera vegerandina van peywendiyan jî heye.”

Wezareta Derve ya Tirkiyê jî daxuyaniyek belav kir û tê de hate gotin ku hevdîtinên herdu aliyan di keşûhewayekî erênî pêkhatine û hewl dê ji bo gavên zêdetir were dan. Oposizyona Tirkiyê di mijara başkirina peywndiyên diplomatik de piştigirya hikumetê dike.

Berpirsê Karên Derve yê Partiya Pêşerojê Kanî Torun “Mijara diplomasiya di gel welatên derve mijareke netewî ye em dixwazin ku hikûmet oposizyonê zêdetir li ser van mijaran agahdar bike û giringiyê bi nêrina wan jî bide. Lê em piştgiriya hevdîtinan dikin. Ji ber ku Tirkiyê pêwîstî bi rêyên diplomasiyê heye.”

Nêzîkî 8 salan de tevî peywendiyên xirab yên diplomatik lê peywedniyên bazirganiya herdu aliyan salane derdora 3 milyar dolaran pêkhat. Tirkiyê di vî bi maweyî de bi giştî qebareyê 21.9 milyar dolara kelûpela şandin misrê bi qebareyê 12.1 milyara dolaran jî kelûpel ji misrê kirine.

Rudaw
Top