• Saturday, 29 June 2024
logo

Hikûmeta Kurdistanê li ser cezakiriyên Badînan daxuyanî da

Hikûmeta Kurdistanê li ser cezakiriyên Badînan daxuyanî da
Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê daxuyaniyek derbarê Mehkûmên Badînan de belav kir û tê de tekez kir, ku sîstema dadweriyê li Herêma Kurdistanê serbixwe ye, lewma hikûmet nikare destêwerdanê di karûbarên dadgehan de bike.

Di biryara Dadgeha Pêdaçûna Herêma Kurdistanê de, ya taybet bi danpêdanên wan 5 kesên mehkûm yên Badîna de, navên konsulxaneyên Almanya û Amerîka hatibû, ku karvedanên konsulxaneyên herdu welatan li pê xwe anîne.

Encûmena Wezîran a Herîma Kurdistanê dibêje, ku bi rêzeke mezin li rola hevpeymanan û dîplomatkarên civaka navdewletî dinêrin, bi taybetî di piştgiriya wan a di şerê li dijî DAIŞê de.

Di beşeke din a daxuyaniya Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê de, hatiye, ew pabend in bi azadiya derbirînê, karê ragihandinê û serweriya yasayê û di şerê li dijî terorê de jî berdewam dibin, û konsulxane û şandên navdewletî diparêzin.

Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li parlemana Kurdistanê jî daxuyaniyek di vê derbarê de belav kir û ragihand, ku ew pêş her kesî xwe wekî pêşengên rêzgirtina li yasayê nas dikin, lê ji bo meramên siyasî û nakokiyên hizbî, û muzayede û bangeşeya hilbijartinan, destxweşiyê li ti kesî nakin.

Polîtbîroya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) jî daxuyaniyek derbarê Mehkûmên Badînan de belav kir û got, ku ew li ser wî cezayê ne dadwerane dilgiran in.

Konsulxaneyên Amerîka û Almanya li Herêma Kurdistanê têkildarî biryara Dadgeha Pêdaçûnê ya Herêma Kurdistanê ya derbarê pênc cezakiriyên Behdînanê de, helwestên xwe aşkere kiribûn û nerazîbûn nîşanî biryara dadgehê dabûn.

Dadgeha Pêdeçûnê ya Herêma Kurdistanê di biryara xwe ya 28ê Nîsanê de cezayê şeş sal zindanê bi ser pênc kesên ji devera Behdînanê de, yên bi navê Şêrwan Emîn Silêman, Şivan Seîd Omer, Eyaz Kerem Reşîd, Harîvan Îsa MIhemed û Guhdar Hemed Emîn Ebdulmecîd de ferz kir.

Ew pênc kes bi hewldana ji bo têkdana ewlehiya Herêma Kurdistanê, hebûna pêwendiyên li gel komên çekdar, hewldan bo bidestxistina zanyariyan li ser saziyên emnî yên Herêma Kurdistanê û dayîna wan zanyariyan bi aliyê derve hatine tometbarkirin.

Di beşeke biryara dadgehê de tê gotin, ku wan kesan “pêwendî li gel konsulxaneyên Amerîka û Almanyayê hebûne û pere ji wan wergirtine. Bi îtîrafên tometbaran bi xwe û jibo pêkanîna armancên xwe yên têkderane, pêwendiyên nerewa li gel kesên biyanî de hebûne.”

Herwiha di biryarê de hatiye gotin, ew kesên cezakirî “li hoteleke bajarê Hewlêrê li gel Konsulê Almanyayê civiyane.”

Berî niha jî parêzerên tometbaran jî biryara dadgehê red kiribûn û daxwaz ji Serokê Herêma Kurdistanê kiribûn, ku lîborîna giştî bo wan derbixe.

Rudaw
Top