• Saturday, 29 June 2024
logo

Sîrwan Barzanî hişyarî da: Zanyariyên îstîxbaretî di destê me de hene

Sîrwan Barzanî hişyarî da: Zanyariyên îstîxbaretî di destê me de hene
Bi saya hevehangiya di navbera îstîxbaret û hêzên emnî yên Iraqê û Herêma Kurdistanê de heta niha çendîn serkirde û endamên rêxistina DAIŞê hatine desteserkirin û jinavbirin.

Li gel wê yekê jî ji destpêka vê mehê ve çekdarên DAIŞê çendîn car êrişî Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê, Heşda Şeibî û bîrên petrolê yên li Kerkûk, Diyale û çend navçeyên din kirine.

Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniyê ya Iraqê, heyamek e dirêj e li hev kiribûn li ser avakirina 6 Odeyên Operasyonê yên Hevbeş li Diyale, Kerkûk, Mexmûr, Mûsil, Hewlêr û Bexdayê. Lê heta niha tenê odeyên li Hewlêr û Bexdayê hatine avakirin.

Serpereştyarê Mîhwera Giwêr-Mexmûr a Hêza Pêşmerge Sîrwan Barzanî beşdarî bultena nûçeyan a Rûdawê bû û ragihand, nêzikî du sal e biryar hatiye dayîn ku 6 Odeyên Operasyonên Hevbeş bên damezrandin, lê ew biryar pêk nehatiye cîbicîkirin û dibêje, “Ev jî gelek xerab e û bûye sedema liv û tevgera DAIŞê… Valahiya emnî ya di navbera Hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê de wisa kiriye ku DAIŞ li wê navberê hatinûçûnê bike.”

Sîrwan Barzanî hişyariyê dide û dibêje, zanyariyên îstîxbaretî hene ku dê DAIŞê êrişên zêdetir encam bide.

Berdevkê Dezgeha Dije Teror a Iraqê Sebah Nu'man berî niha ragihandibû, hevahengiyeke “gelek bilind” di navbera wan û asayiş û Pêşmerge de heye û behsa wê kiribû ku bi saya wê hevahengiyê wan hejmarek berpirs û endamên DAIŞê desteserkirin û jinavbirin.

Berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê Lîwa Tehsîn xefacî jî ragihandibû, ew bi niyaz in karê hevbeş li gel Hêzên Pêşmerge bikin û gotibû, hikûmetên herud aliyan jî tekeziyê li ser karê hevbeş dikin.

Cîgirê Sererkanê Operasyonan li Wezareta Pêşmerge Lîwa Qareman Şêx Kemal ji Rûdawê re ragihand, di civîna Yekşema derbasbûyî de “Serokwezîrê Iraqê li gel şanda Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniyê ya Iraqê daxwaz kir 4 Odeyên Operasyonên Hevbeş bên avakirin. Lewma em çaverê ne di demeke nêzîk de ew ode bên avakirin.”

Ji destpêka vê mehê çekdarên DAIŞê çendîn êriş li dijî Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê encam dan ku yek ji wan 1ê vê mehê bo ser sengerên Pêşmerge bû li Pirdê û 3 bo ser artêşa Iraq û Heşda Şeibî bû li Reşad û êrişa 5ê mehê jî bo ser klgeheke petrolê bû li Bay Hesen a li devera Kerkûkê.

Serpereştyarê Mîhwera Giwêr-Mexmûr a Hêza Pêşmerge Sîrwan Barzanî dibêje, “Tevgera DAIŞê gelek zêde ye, zanyariyên îstîxbaretê digihijin destê me ku ew bi niyaz in êrişên zêdetir bikin… Niha liv û tevgera wan zêde bûye û bi dûrbînên şevê çekdaran dibînin û vedigerin navçeyan.”

Li gor gotina Sîrwan Barzanî êrişa du hefteyî ya Hevpeymanan liv û tevgera çekdarên DAIŞê “gelek lawaztir û kêmtir kiriye. Lê niha vedigerin û zêdetir dibin… li deşta Qerac û hemû cihên din jî hene.”

Serpereştyarê Mîhwera Giwêr-Mexmûr a Hêza Pêşmerge tekez dike ku hejmara çekdarên DAIŞê zêde bûye û “hewl didin vegerin bo wan şikeft û cihên berî niha hatibûn bombebarankirin.”

Rudaw
Top