• Saturday, 29 June 2024
logo

Amerîka berdewam dibe li alîkarîyên Rêvebirîya Xweser

Amerîka berdewam dibe li alîkarîyên Rêvebirîya Xweser
Hevseroktîya Rêvebirîya Xweser a Rojavayê Kurdistanê bi şanderê wezareta derva ya Amerîka, David Brownstein re astengîyên li pêş Rêvebirîya Xweser, taybetî jî rewşa xirab ya aborîya gelê herêmê gotûbêj kir.

Hevseroka Rêvebirîya Xweser Bêrîvan Xalid, ser hevdîtina bi Brownstein re ji Dengê Amerîka got ku wan rewşa rojane ya hemwelatîyan bi berfirehî guftûgo kir û bal kişand ku rewşa aborî her xirabtr dibe.

Herwiha Xalid got: “Me herwiha siberoja Rêvebirîya Xweser û rola wê ya di çareserîya alozîya Sûrî û cîhê wê li ser maseya sîyasî nîqaş kir. Tevî ku Amerîka bi awayekî rasterast pere nade Rêvebirîya Xweser, ew destek dide gelek rêxistinên mirovî ku li Bakur û Rojhilata Sûrîyê ku alîkariya xwarinê û avakirina bingehîn pêşkêş dikin.’’

Xalid bi berdewamî got ku Brownstein ser berdewamîya alîkarîya Amerîkî ya ji wna re piştrast kiriye.

Hêjayî gotinê ye ku balyoz Brownstein, jibo nêzikirina nêrînên alîyên sîyasî yên Kurdî û beşdarkirina wan di Rêvebirîya Xweser de berî demekê bi Encûmana Niştimanî ya Kurdî re jî hevdîtinek pêk anîbû.

Basnews
Top