Serokê herêmê li gel partiya sosiyal demokrat ya Kurdistanê civiya
Berê jî li gel Goran û YNKê civiya bû.
Di çaroveya serdana xwe ya bo Silêmanî de îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana partiya sosiyal demokrata Kurdistanê kir û ji aliyê Sekreterê giştî yê vê partiyê Mihemed Hecî Mehmûd ve hate pêşwazîkirin.
Di civînê de behsa yekdengî û yekrêziya aliyên Kurdî, rewşa navxweyî ya Kurdistanê, bernivîsa projeya destûra bingehîn ya Kurdistanê, rewşa Îraqê û hilbijartinên Îraqê hate kirin.
Her îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel tevgera Goran û YNKê jî civiya bû.