• Sunday, 30 June 2024
logo

ÎHD: Divê qirkirina Dêrsimê bê qebûlkirin

ÎHD: Divê qirkirina Dêrsimê bê qebûlkirin
Komeleya Mafên Mirovan bi boneya salvegera destpêkirina Jenosîda Dêrsimê daxuyaniyekê belav kir û got, “Divê Tirkiyê di bin Parlamentoyê de Komîsyoneke taybet li ser Dêrsimê saz bike û Jenosîda Dêrsimê bi fermî qebûl bike.” Her wiha Komeleya ÎHDê dibêje, divê navê Dêrsimê bê îadekirin û cihê gorên Seyît Riza û hevalên wî jî bêne eşkerekirin.

Di 4ê Gulana 1937an da bi biryara Civata Wezîran a Tirkiyê, li dijî Dêrsimê operasyonekê serbazî ya esmanî û bejayî dest pê kiribû û di encamê de bi deh hezaran Kurdên Elewî hatibûn kuştin. Komeleya Mafên Mirovan ÎHD jî bi daxuyaniyekê nivîskî da zanîn divê dewlet bi Dêrsimê ra rûbirû bimîne û binase.

Di daxuyaniya ÎHDê da tê gotin, “Divê li Parlamentoyê, ji bo Dêrsimê Komîsyona Heqîqetê bê avakirin, jenosîd bê naskirin, lêborîn bê xwestin û rêyên çareseriyê ya adil bêne peydakirin. Ji loma divê pêşî navê Dêrsimê bê îadekirin û cihê gorên Seyît Riza û hevalên wî jî bêne eşkerekirin û aqûbeta keçên ku di dema operasyonê da hatin revandin ji malbatên wan ra bê gotin.”

K24
Top