• Sunday, 30 June 2024
logo

Hikûmeta Iraqê qedexeya giştî ya hatûçûnê ragihand

Hikûmeta Iraqê qedexeya giştî ya hatûçûnê ragihand
Roja sêşemê Kabîneya Hkûmeta Iraqê ji bo rêlibergirtina Koronayê qedexeya giştî ya hatûçûnê ji bo 10 rojan ragihand.

Hikûmeta Iraqê piştî kabîneyê daxuyaniyek belav kir û tê de da zanîn wê ji 12ê mehê heta 22ê mehê qedexeya giştî ya hatûçûnê were sepandin li hemû parêzgehan.

Herwiha Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ragihand ji ber belavbûna nexweşiya Koronayê wan ew biryara giştî ya qedexeya giştî ya hatiye ragihandin.

Heta niha li seranserî Iraqê 15 hezar û 566 kes bi Koronayê mirine û 1 milyon û 79 hezar ke sjî bi Koronayê ketine.

Herwiha îro roja sêşemp jî 6 hezar û 143 kesên din bi Koronayê ketibûn.

Basnews
Top