• Sunday, 30 June 2024
logo

PKKê bîlançoya şerê Metîna û Avaşîn eşkere kir

PKKê bîlançoya şerê Metîna û Avaşîn eşkere kir
Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê çekdarî yê PKKê ye bîlançoya şerê 10 rojan eşkere kir. HPGê dibêje di heyama 10 rojan de 147 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin. Ji aliyê din ve Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî ragihand ku di operasyonên meha Nîsanê de 95 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGê bîlançoya şerê navbera 23ê Nîsanê û 3ê Gulanê eşkere kir. Li gor daxuyaniya HPGê gerîlayên wan li dijî hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê 116 çalakî encam dane.

HPG dibêje di encama çalakiyên wan de 147 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin derb li 6 helîkopter û 2 droneyan xistin, bi dehan kozik îmha kirin.

Li gor daxuyaniya HPGê di çalakiyan de 6 gerîlayên wan jî canê xwe ji dest dane:

Ji aliyê din ve Wezareta Berevaniya Tirkiyê jli ser hesabê xwe yê medyaya civakî wêneyên operasyonên ku li Başûrê Kurdistanê, li herêmên Metîna û Avaşîn-Basyanê tên kirin, weşand.

Ajansa Fermî Anadolu ya hikûmeta Tirkiyê jî amarên şer û pevçûnan ên di Nîsanê de belav kir.

Li gor nûçeyê di êrişên artêşa Tirkiyê yên di meha Nîsanê de 95 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane.

Herwiha hate gotin ku “di operasyonan de hêzên Tirkiyê dê têkevin hemû şikeft û sitargehên PKKê.”

HPG di heman demê de dibêje: “Herêmên Parastinê yên Medyayê bi sedan caran bi obus, helîkopter û balefiran her roj hatine bomberdûmankirin. Dijmin xwestiye 34 caran têkeve tunelên şer, hêzên me her carê li wan dane û dijmin tu encam nestendiye. 9 caran gazên kîmyewî û jehrî bi kar anîne. Di encama çalakiyên hêzên me de; dderb li 2 droneyan hatiye xistin, derb li 6 helîkopteran hatiye xistin. Yek jê fermandarê gir ê raydar, yek jê serbazê pispor ê veterîner ku notirvanê kûçikan e, bi giştî 147 leşker hatin kuştin û 15 leşker jî birîndar bûn.

Li gor daxuyaniyên Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî di operasyonên Pençe-Birûsk de ku 23ê Nîsanê li navçeyên Zap, Avaşîn û Metîna li nav axa Başûrê Kurdistanê destpê kirine, heya niha 6 leşkeran canê xwe ji dest daye.

Derbarê alavên leşkerî yên hatine jinavbirin û bidestxistin de HPG diyar dike: “Radarek, 3 kamerayên mobese, çekeke A-4, ni dehan kozik û çeper hatine îmhakirin. Çekeke MPT, çekeke bombeavêj, çekeke BKC, çekeke B7 (Bîsîvîng), dûrbîneke termal, cîhazeke bêtêl (laserk), 2 dûrbînên çekan Hêzên me ji ser dijmin rakirine.”

Rudaw
Top