Kerkûk.. DAIŞê careke din êrîşî ser kêlgeheke petrolê kir
![Kerkûk.. DAIŞê careke din êrîşî ser kêlgeheke petrolê kir](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/798787987989.jpg )
Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê ragihand, îro berbangê hejmarek ji çekdarên DAIŞê êrîşî ser kêlgeha Bay Hesen li bakurê rojavayê Kerkûk kir û di encamê de polîsek hat kuştin û yekî din jî birîndar bû.
Di dema borî de çendîn caran êrîşî ser kêlgeha Bay Hesenê kiribû û bîrên petrolê teqandibûn, di encamê de jî hinaredekirina petrolê jî dihat rawestandin.
K24