• Sunday, 30 June 2024
logo

Iraq – Agir bi nexweşxaneyeka bajarê Kerbelayê ket

Iraq – Agir bi nexweşxaneyeka bajarê Kerbelayê ket
Agir bi nexweşxaneyeka bajarê Kerbela yê Iraqê ket lê tiştek bi kesî nehat.

Şeva borî agir bi depoya derzî û derman ya nexweşxaneya Ebas ya bajarê Kerbela yê Iraqê ket.

Rêveberiya berevaniya sivîl ya Kerbelayê ragihandiye, wan karîne agir vemirînin û şewatê kontrol bikin, tiştek jî bi kesî nehatiye.

Heta niha nayê zanîn sebeba derketina wê şewatê çi bûye.

Şeva 28 meha Nîsana îsal jî, agir bi nexweşxaneya Kazimiye ya Bexdayê ketibû.

Şeva 24 Nîsana îsal, agir bi nexweşxaneya Îbnî Xetîb ya Bexdayê jî ketibû.

Di wê şewatê de ku di cîhanê de deng vedabû, zêdetirî 100 kesan canê xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Basnews
Top