• Sunday, 30 June 2024
logo

Serokê herêmê li gel tevgera Goranê civiya

Serokê herêmê li gel tevgera Goranê civiya
Niha li gel YNKê di civînê deye.

Di çarçoveya serdana xwe ya bo Silêmanî de, îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana tevgera Goranê kir û ji aliyê Organîzatorê giştî û endamên civata nîştimanî ya Goranê ve hate pêşwazîkiirn.

Piştî merasima pêşwaziyê civîna navbera her du aliyan destpê kir û di civînê de behsa çend mijaran weke proje destûra herêma Kurdistanê, rewşa navxweyî ya Kurdistanê têkiliyên navbera part û aliyên siyasî yên Kurdistanê û rewşa Îraqê û hilbijartinên Îraqê hate kirin.

Her di heman civînê de Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kiriye ku nebûna yekdengiya navbera aliyên Kurdî zirarê dide destkeftên gelê Kurdistanê, lewre lazime bo parastina destekftan part û aliyên Kurdî yekdeng û yekhelwest bin.

Piştî bi dawî hatina civînê li gel Goranê, Nêçîrvan Barzanî serdana YNK jî kir û niha li gel YNK di civînê deye.

Biryare piştî bi dawî hatina civîna li gel YNK serdana partiya sosiyal demorkata Kurdistanê jî bike.

Weke tê zanîn duhê Serokê herêma Kurdistanê li Hewlêrê li gel aliyên îslamî yên Kurdistanê civiya bû.

Top