• Sunday, 30 June 2024
logo

Li Merîwanê di aloziya selefiyan de 4 xortên kurd hatin girtin

Li Merîwanê di aloziya selefiyan de 4 xortên kurd hatin girtin
Li bajarê Merîwan yê Rojhilatê Kurdistanê 4 xortên kurd bi behaneya ku çûne şerê selefiyan, hatin girtin.

Çend roj berê li Merîwanê, komek selefî êrişî malekê kiribûn û du kes birîndar kiribûn. Lê rastî berteka tund ya welatiyan bi taybet jinan hatibûn.

Li gorî agahiyan, piştî wê aloziyê hêzên hikûmeta Îranê 4 xortên kurd girtin lê heta niha tiştek negotine selefiyan!

Ew xortên ku hatine girtin, ev in: Kejwan Feyzî, Fuad Feyzî, Ako Çawkî û Şêrko Sohbrabî.

Basnews
Top