• Sunday, 30 June 2024
logo

Serokê herêma Kurdistanê li gel Fermandarên hêzên pêşmerge civiya

Serokê herêma Kurdistanê li gel Fermandarên hêzên pêşmerge civiya
behsa rewşa hêzên pêşmerge hate kirin û tekez li ser dabîn kirina pêdiviyên pêşmerge hate kirin.


Di civînê de komîteya reforman ya wezareta pêşmerge jî amade bû.

Îro li Dîwana Serokatiya Kurdistanê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Fermandarên hêzên pêşmerge civiya.

Di civînê de ku komîteya reform û yekxistina hêzên pêşmerge jî têde beşdar bû, rewşa pêşmerge û şer û pevçûnên vê dawiyê û rûbirû bûna terorîstên DIŞIê hate nirxandin û giftûgo li ser hewldanên heyî yên bo pêk anîna reforman di nava hêzên pêşmerge û yekxistina hêzên pêşmerge û astengiyên berdem wan prosesan hate kirin.

Herwiha nîqaş li ser hevkarî û piştîvaniyên hevpeymanan bo hêzên pêşmerge, kêmanî û kemasiyên heyî yên di nava refên pêşmerge de, pêdiviyên curbicur yên hêzên pêşmerge, çareser kirina wan kêmanî û zêdetir kirina hemahengiya navbera hevpeymanan, hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê li deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê hate kirin.

Her di civînê de biryar hate dayîn ku di nava komîteya yekxistina hêzên pêşmerge de nûnerên aliyên din yên hikûmetê jî beşdar bin û lez bo dabîn kirina pêdiviyên hêzên pêşmerge bo rûbirû bûna DIŞIê werekirin.

Top